
![]()
Jan Axin Bajar
Bajar
Bajar
Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din
Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din
Qey qeder e wî...
Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe
Û tê bêjî qey meyîtekî veºarte ye dilê min
Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hiºê min
Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim
Derdikevin pêºberî min xopanên reº
yên jîyana min
Salên xwe malmîrat kirin
min belasebeb kambax kir
Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan
tu ê nebînî
Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan
tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî
Li eynî malan tu ê por sipî bikî
Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e
Yekî din hêvî neke
Tu keºtî, tu rê nînin ji te re
Li van quncikên biçûk
li van deran tu xwe malxerab bikî
Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî
Helbest: Konstatînos Kawafîs
Werger: Rênas Jîyan
Muzîk: Jan Axîn
Toplam Okunma: 200 Tarih : 18/11/08 |
